3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derbkirin û birin dadgehê 2019-03-30 10:25:44   EDÎRNE - Hat hînbûn ku 3 girtiyên di Girtîgeha Edirneyê de red kirine ku biçin dadgehê lê ew hatine derbkirin û bi zorê birine dadgehê.    3 girtiyên bi navê Kemal Argış, Yahya Ozmen û Vezir Îbosovic ên ku li Girtîgeha Girtî ya Edirneyê girtînê û ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne nexwestin biçin dadgehê. Lê 3 girtiyên ku nexwestin biçin dadgehê berê hatin derbkirin û bi zorê birin dadgehê. Ji ber çalakiyek ku li Girtîgeha Edirneyê hat kirin doz li Dadgeha Ceza ya li Asliyeya Edirneyê di derbarê Kemal Argış, Yahya Ozmen û Vezir Îbosovic de hat vekirin.    Hat hînbûn ku rewşa tenduristyê ya Kemal, Yahya û Vezir baş in.