ROJEVA 25'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 25 Adar 2019
- Rojev
*Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur û endama SKM MYK’ê Satiye Ok, bi armanca piştevaniya jinên Elewî yên li taxa Yamanlar mala wan hatiye nîşankirin, bang li saziyên jinan kirin. BI DÎMEN
*Tirkiye ya ku demekê ji 7 welatan yek ya ku di çandiniyê de xwe bi rêve dibir, niha ji ber polîtîkayên hikûmetê berbi şampiyoniya îthalatê ve diçe. BI DÎMEN
*Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Slema Gungor diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine astek cidî û got desthilatdarî der barê çareseriyê de divê dest bi hevdîtinan bike. BI DÎMEN
*Elke Schrge ya di heyeta IPPNW de cih digire û ji Elmanyayê hatin Tirkiyeyê, diyar kir ku azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi têkoşîna ku tevgera kurd daye pêkan e û got: “Ev jî bi dawîbûna tecrîdê pêkane. Ji bo kaosa li Rojhilata Navîn bidawî bibe divê tecrîda li ser kurdan bidawî bibe.”BI DÎMEN
*Haşîm Kaynar ku kurê wî Abdurrahman Kaynar di çalakiya greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku piştî kurê wî ketiye grevê li malê xwarin çênekirine û wiha got: “Em ji jiyana kurê xwe bi fikarin. Ez tenê tiştekî ji gelê me dixwazim. Bila li dijî grevên birçîbûnê bêhestiyar nemînin û dengê zarokên me li qadan bidin bihistin.” BI DÎMEN