ROJEVA 25'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-25 09:00:00   *Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur û endama SKM MYK’ê Satiye Ok, bi armanca piştevaniya jinên Elewî yên li taxa Yamanlar mala wan hatiye nîşankirin, bang li saziyên jinan kirin. BI DÎMEN   *Tirkiye ya ku demekê ji 7 welatan yek ya ku di çandiniyê de xwe bi rêve dibir, niha ji ber polîtîkayên hikûmetê berbi şampiyoniya îthalatê ve diçe. BI DÎMEN   *Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Slema Gungor diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine astek cidî û  got desthilatdarî der barê çareseriyê de divê dest bi hevdîtinan bike. BI DÎMEN   *Elke Schrge ya di heyeta IPPNW de cih digire û ji Elmanyayê hatin Tirkiyeyê, diyar kir ku azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi têkoşîna ku tevgera kurd daye pêkan e û got: “Ev jî bi dawîbûna tecrîdê pêkane.  Ji bo kaosa li Rojhilata Navîn bidawî bibe divê tecrîda li ser kurdan bidawî bibe.”BI DÎMEN   *Haşîm Kaynar ku kurê wî Abdurrahman Kaynar di çalakiya greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku piştî kurê wî ketiye grevê li malê xwarin çênekirine û wiha got: “Em ji jiyana kurê xwe bi fikarin. Ez tenê tiştekî ji gelê me dixwazim. Bila li dijî grevên birçîbûnê bêhestiyar nemînin û dengê zarokên me li qadan bidin bihistin.” BI DÎMEN