Hemama dîrokî terikî qederê kirin
- 09:03 22 Adar 2019
- Rojane
ÎDİR - Li Gundê navçeya Başanê Hemama dîrokî ya ku bi salane hebûna xwe parastiye terikî qedera xwe hatiye kirin.
Tirkiyeyê bi salane cihên dîrokî ku şûnarên gelên cuda cuda ên li ser erdnîgariya Anatolyayê û Mezopotamyayê ne talan û wêran dike. Ji van berhemên dîrokî ku tên talankirin yek jê jî Hemama dîrokî ya herî mezin a li ser vê erdnîgariyê li gundê navçeya Başanê Ortakoyê ye. Ev hemam ji aliyê hostayên Ermeniyan ve hatiye çêkirin. Gundê Ortakoyê nêzî sînorên Nahçivan, Ermenîstan û Îranê ye û ji ber vê jî te gotin ku ji gelek netewan kesan ev hemam bi kar anîne. Hemama dîrokî niha wekî axur tê bikaranîn û ev ji dibe sedema bertekan. Hemama ku nehatiye parastin niha terikî hilweşandinê hatiye kirin.
Li gel ku ev berhema dîrokî wekî axur tê bikaranîn jî ji ber dîrokîbûna xwe ji aliyê turîstên biyanî û xwecihî ve eleqeyeke mezin dibîne. Hamama ku qeymeqamê navçeyê carekê bi restorekirina wê pesnê xwe dida ji ber ku nehat bikaranîn niha wekî axur tê bikaranîn.