Hemama dîrokî terikî qederê kirin 2019-03-22 09:03:43   ÎDİR - Li Gundê  navçeya Başanê Hemama dîrokî ya ku bi salane hebûna xwe parastiye terikî qedera xwe hatiye  kirin.    Tirkiyeyê bi salane  cihên dîrokî ku şûnarên gelên cuda cuda ên li ser erdnîgariya Anatolyayê û Mezopotamyayê ne talan û wêran dike. Ji van berhemên dîrokî ku tên talankirin yek jê jî  Hemama dîrokî ya herî mezin a li ser vê erdnîgariyê   li gundê navçeya Başanê Ortakoyê  ye. Ev hemam ji aliyê hostayên Ermeniyan ve hatiye çêkirin. Gundê Ortakoyê nêzî sînorên Nahçivan, Ermenîstan û Îranê ye û ji ber vê jî te gotin ku ji gelek netewan kesan ev hemam bi kar anîne. Hemama dîrokî niha wekî axur tê bikaranîn û ev ji dibe sedema bertekan. Hemama ku nehatiye parastin niha terikî hilweşandinê hatiye kirin.    Li gel ku ev berhema dîrokî wekî axur tê bikaranîn jî ji ber dîrokîbûna xwe ji aliyê turîstên biyanî û xwecihî ve eleqeyeke mezin dibîne. Hamama ku qeymeqamê navçeyê carekê bi restorekirina wê pesnê xwe dida ji ber ku nehat bikaranîn niha wekî axur tê bikaranîn.