Kesên xwestin biçin serdana gora Zulkuf Gezen rastî êrîşê hatin
- 17:44 21 Adar 2019
- Rojane
AMED - Girseya Newrozê ya ku xwest ber bi Goristana Yenîkoyê ve bimeşin û gora Zulkuf Gezen ziyaret bikin rastî mudaxaleya polîsan hat.
Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişikînin” bi tevlêbûna sed hezaran pêk hat. Girseyê ku tevlî pîrozbahiyê bû xwest biçe serdana gora Zulkuf Gezenê ku li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî ziyaret bike, lê rastî êrîşa polîsan hat.