Kesên xwestin biçin serdana gora Zulkuf Gezen rastî êrîşê hatin 2019-03-21 17:44:05   AMED - Girseya Newrozê ya ku xwest ber bi Goristana Yenîkoyê ve bimeşin û gora Zulkuf Gezen ziyaret bikin rastî mudaxaleya polîsan hat.    Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişikînin” bi tevlêbûna sed hezaran pêk hat. Girseyê ku tevlî pîrozbahiyê bû xwest biçe serdana gora Zulkuf Gezenê ku li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî ziyaret bike, lê rastî êrîşa polîsan hat.