Kemal Kurkut li ser gora xwe hat bîranîn
- 17:11 21 Adar 2019
- Rojane
MELETÎ - Kemal Kûrkût ku berî 2 salan di dema pîrozbahiya Newrozê de ya li Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li ser gora xwe hat bîranîn.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut, 21'ê Adara 2017'an dema ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê hewl dida derbasî nava qada pîrozbahiyê bibe ji aliyê polîsên tirk ve hatibû kuştin.
Kemal li ser gora xwe ya li Goristana Toptaş a li navçeya Batalgazî ya Meletiyê hate bîranîn. Malbata Kemal, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan û gelek welatî tevlî merasîma bîranînê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedîk li merasîmê axivî û got, "Kujer bi dilrehetî digerin. Dozeke vala vekirine û bi rengekî bêedalet ew berdane. Em vê yekê şermezar dikin û naxwazin êdî ciwanên me bên kuştin. Li dijî şer em daxwaza aştiyê dikin."