Li Cizîrê tank û wesayetên zirxî ji coşa Newrozê re nebû asteng
- 14:17 21 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê Gelê Kurd qada Newrozê tije kir. Qada ku bi tank û wesayetên hat dorpêçkirin ji aliyê bi hezaran ve hat tijekirin. Ya ku herî zêde bal kişand rengîniya jinan û coşa ciwanan bû.
Ji navnîşanên girîng ên ku agirê Newrozê lê geş dibe yek jê Şirnex e. Di pîrozbahiya Newrozê ya Şirnex û Cizîrê de bi hezaran kes hatin gel hevdu. Li Kuçeya Konaka Cizirî agirê Newrozê hat vêxistin.
Gel bi dirûşmên "Bijî Newroz","Bijî berxwedana zindanan" ketin qada Newrozê. Coşa zarok û ciwanan bal kişand. Ciwanan her dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
Her wiha di nokteya ketina qadê de polîsan jinek ku xavika kesk, sor û zer li serê wê bû negirt qadê. Gel guh neda dorpêçkirina polîsan û agirê Newrozê geş kir. Dê Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu, Mehmet Zirig dê biaxivin.
Coşa girseyê ya qadê didome.
Li Navenda Şirnexê pîrozbahiya bi coş
Li Kuçeya Bahçelievler a Şirnexê gel agirê Newrozê hat vêxistin. Bi hezaran gel beşdarê pîrozbahiyê bûn.