Sefera ‘Trena Newrozê' hat betalkirin

  • 11:39 21 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Sefera Trenê ya di navbera Misircê û Amedê de dihat kirin, di nav gel de wekî Trena Newrozê dihat binavkirin îro hat betalkirin. 
 
Newroza îsal ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişikînin” tê lidarxistin li Qada Newrozê ango Parka Newrozê tê pîrozkirin. Ji saetê serê sibehê zû ve gelê Amedê derketin ser rê û berê xwe dan Qada Newrozê. Her sal trena ku li Misirca Sêrtê bi rê diket û ji Êlihê derbas dibû û dihat Amedê dîmenên balkêş derdiketin holê. Îsal ev sefer bi minasebeta Newrozê hat betalkirin. Bi hezaran kes bi riya trenê dihatin Amedê û berê xwe didan qada pîrozbahiyê.