Xwendekarên ODTU'yê di têkoşîna 'Jin jiyan azadî' de bi biryar in
- 09:02 6 Mijdar 2024
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Jinên ODTUY’ê di 2016’an de ‘Dîwarê Jinan’ pêk anîn û li hember vê êrişên pêk tên vegotin. Jinan gotin êriş bi taybet li hember dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ye û got çi dibe bila bibe ev terorîzekirina vê dirûşmeyê qebûl nakin û banga têkoşînê kirin.
Zanîngeha Orta Dogu Teknîk (ODTU) bi kevneşopiya berxwedana xwe di dîrokê de cihekî girîng digire û demên dawî de êrişên pêk tên jî ji vê serbixwe nayê nirxandin. Dîwarê Jinan ku ji 2016’an de tê zanîn û xwedî li cihekî girîng e, ji aliyê rektorî û komên faşîst yên wekê 'Turkolojî’ ve rastî êrişan tê.
Jinên ODTU’yê der barê êrişan de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
Îrem Naz Çelîk ku xwendekara ODTU ye da zanîn 'Dîwarê Jinan' di alî têkoşîn û dîrokê de xwedî nirxe û got: “Ji bo jinên ODTU û Lubunyayiyan dîwar xwedî wateyek girîng e. Dema şerê navxwe yê welat li Cizîr û Sûrê mirov hatin şewitandin û qetilkirin. Me jinan aştî daxwaz kir û di demeke me ji bo aştiyê têkoşîn dimeşand, jinan ev dîwar boyax kirin. Her çiqas ev dîwar nav demê de bê paqijkirin jî me ji nûve boyax kir, dirûşmeya ‘Em jin di aştiyê de bi israrin û li dijî qexeyan wê şer bikin’ piştre lê zêde bû. Ji ber vê ev dîwar gelek girîng e.”
‘Ya derketiye holê dijminahiya li hember jin û kurdan e’
Îremê Naz Çelîk wiha berdewam kir: "Ev êrişên li hember jinan û zîhniyeta faşîst ji hev cuda nayê destgirtin. Li vir derdê wan ne tenê ‘Jin jiyan azadî ye’. Li hember kurdan û jinan nîjadperestiyek mijara gotinê ye. Ewil dirûşmeya kurdî paqij kirin. Niha ya fars û erebî. Em vê êrişê li hember piştevanî û têkoşîn a jinan a neternasyonalîst digirin dest. Dewlet bi hemû alavên xwe dijminahiya li hember jinan rêxistin dike. Herî dawî dovîzek ku li ser ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ parçe kirin. Di her nokteyê em dijminahiya li hember jinan dibînin.”
‘Peymana Stenbolê bi daxwaza yek mêrî hat rakirin’
Îremê Naz Çelîk balkişand ser qetilkirinên jinan û daxuyakirin ku ber polîtîkayên bêcezahiştinê ev êriş zêde dibin û wiha dawî lê anî: “Hemû êrişên li hember jinan, windabûna Rojînê, dîsa bûyera Narînê û gelek jin û zarokên din encama polîtîkaya wan e. Qanûna 6284 pêk nayê. Peyamna Stenbolê bi dxwaza yek mêrî di şevekî de hat rakirin. Ji bo parastina jinan divê demildest 6284 pêk bê û li Peymana Stenbolê vegerin. Bi destê delwetê tundiyê bandor li her derê kiriye. Qanûna qetilkirina sewalan tê erêkirin. Her der bîhna xwînê jê tê. Divê demildest pêşî li vê bê girtin. Divê em bi hev re bibin deng û dengê xwe bilind bikin.”
‘Em jin li alî aştiyê ne’
Xwendekar Rona Polen Kavan derbarê zext û êrişan de nirxandin kir û bi lêv kir ku dîwar bi destê jinên di aştiyê de israr dikin ve hatiye boyaxkirin û wiha domand: “Bi salane tevî hemû êrişan jin hina dîwar diparêzin. Ev dîwar banga aştiyê ya jinan temsîl dike. Îro li dijî tundiya mêr û şer têkoşîna jinan a enternasyonal didome. Ev dîwar ji bo azadbûna hemû jinan bangek e.”
‘Dixwazin Jin jiyan azadî terorîze bikin’
Ronayê Polen Kavan bi lêv kir ku bi sê zimanan "Jin jiyan azadî" nivîsîne û ewil li hember kurdiya wê êriş kirine û hewl dana terorîze bikin. Rona Polan Kavan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welat êrİş her diçin zêde dibin. Hewl didin her tiştî terorîze bikin. Bi destê faşîstan dixwazin ODTU’yê bixînin. Em ê destûr nedin faşîzmê û têkoşîna xwe bilind bikin. Bijî têkoşîna jinan.”