Bertekên li hemberî komkujiyan: Em ê serhildana xwe li kolanan mezin bikin!
- 09:03 6 Mijdar 2024
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Jinan qetilkirinên jin û zarokan yên roj bi roj zêde dibin wek "Qirkirina zayendê" nirxandin û wiha gotin: “Hemû zarok û jinên hatine qetilkirin hinceta serhildana me ne. Em dibînin ku tevgerek rêxistinikirî li kolanan belav bûye. Em ê têkoşîna xwe daxînin kolanan û serhildana xwe mezin bikin.”
Di 22 sal desthilatdariya AKP’ê de pêşiya polîtîkayên qetilkirina jin û zarokan hatin vekirin û her roj li dijî jin û zarokan êriş û zext didomin. Li Tirkiyeyê bîlançoya qetilkirinan roj bi roj giran dibe. Desthilatdarî di polîtîkayên xwe de israr dike û jin jî li dijî vê li kolanan têkoşîna xwe xurt dikin.
Jinan derbarê tundî û qetilkirinan de nirxandin kirin.
‘Bi rêbaza îşkenceyê jin tên qetilkirin’
Ji Meclîsa Jinên Ciwan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şevval Çaşurluk diyar kir ku AKP-MHP ji ser jinan polîtîkayên qetilkirinê dike jiyanê û bi polîtîka bêcezahiştinê gumanbaran xelat dike. Şevval Çaşurluk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Qetilkirinên jin û zarokan bi destê serdestiya mêr tê meşandin. Qetilkirin polîtîk in. Di 21’ê Tebaxê de li gunê Çulî ya Amedê Narîn Guran ya 8 salî winda bû û cenazeya wê 8’ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz hat dîtin. Gumanbar dereng hatin darizandin. Darizandina wan jî em tenê ji nûçeyan dizanin. Dîsa li Edîrnekapi du jin hatin qetilirin. Rêbazên qetiklirina wan ji cihekî ne polîtîze nehatin şîrovekirin. Qetilkirina wan ne rêbazek hêzan rêbaza îşkenceyê ye. Her roj li hember jin û zarokan êriş pêk tên. Jin û zarok di hawirek ne ewle de dijîn.”
‘Divê em li dijî êrişan bin’
Şevval Çaşurluk qetilkirina zarokan wek "Qirkirina zayendê" nirxand û wiha domand: “Zarok mezin dibin tevli têkoşînê dibin. Ev dewletê ditirsîne. Hem li Kurdistan hem li Tirkiyeyê di hawirên polîtîk de mezindibin. Desthilatdarî ditirse û polîtîze dike. Ji ber vê ev qetilkirin ji vê serbixwe nîne. Li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistikirî ferze. Divê em ligel hev cih bigirin. Divê em li dijî êrişan bin. Di serî de li zanîngehan li her derê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye serhildana li dijî pergalê. Armanca me ev e ku em bi vê têkoşîna erneternasyonal mezin bikin.”
‘Em serhildana xwe li kolanan mezin dikin’
Ji Kordînasyona Jinan a Partiya Sosyalîst Doga Karakuş jî wiha got: "Encama polîtîkaya bêcezahiştinê ya deshtilatdariyê de her roj jin û zarok tên qetilkirin. Qetilkirina jin û zarokan encama polîtîka bêcezahiştinê ye. Li dijî van êrişan têkoşîna jinan girîng e. Em jin li kolanan çalakiyên xwe didomînin. Em serhildana xwe rêxistin dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hev re li kolanan têkoşîna xwe mezin bikin.”
‘Parastina cewherî maf e’
Ji Meclîsa Kedê ya HDK’ê Meral Îlker jî bertek nîşanê qetilkirina jin û zarokan da û got qetilkirinên jin û zarokan polîtîk in û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê ewlehiya jin û zarokan tuneye. Xizanî giran bûye û ev dibe sedema bêewlebûna jin û zarokan. Jiyana me di her qadê de di bin rîskê de ye. Em vê pergala serdest qebûl nakin. Qetilkirina jinan ji bo wan normal tê dîtin. Em vê qebûl nakin. Em serî hildidin. Divê em dengê xwe bilkind bikin, têbikoşin û pararastina cewherî pêk bînin. Parastina cewherî maf e.”
‘Divê hikûmet biguhere’
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Fatoş Ekîcî bang kir ku divê qetilkirina jin û zarokan demildest bi dawî be û ev nirxandin hat kirin: “ Hîna bûyera Narîn Guran ronî nebûye her roj em bi nûçeyek din şiyar dibin. Dewlet li şûna li ser van bisekine bi me re mijul dibe. Hevalên me binçav dikin û digirin. Divê jin lik olanan bin. Divê desngê xwe bilind bikin. Divê ev hikûmet biguhere.”