ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 6 Mijdar 2024
  • Rojev
 
*Di têkoşîna jinan a li dijî her cureyê zîhniyeta serdest û nêzîkatiyan de parastina cewherî cihekî girîng digire. Tevgera Jinên kurd di nirxandina ‘Ligel redkirina serdestiya mêr ya heyî, girîng e ku feraseta exlaqî û pîvanên wê yên di esasa jinê ya civakî de wek alternatîf bê pêşxistin. Tenê ji ser dijberbûnê parastina cewherî nirxandin wê kêm bimîne. Ya din jî wek hêza guherîn û ji nûve afirandinê, destgirtina parastina cewherî hîn rastir e .’ Bal dikşîne ser parastina cewherî ku divê çawa bê kirinê. DOSYA 
 
* Jinên ODTUY’ê di 2016’an de ‘Dîwarê Jinan’ pêk anîn û li hember vê êrişên pêk tên vegotin. Jinan gotin êriş bi taybet li hember dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ye û got çi dibe bila bibe ev terorîzekirina vê dirûşmeyê qebûl nakin û banga têkoşînê kirin. BI DÎMEN 
 
* Jinan qetilkirinên jin û zarokan yên roj bi roj zêde dibin wek "Qirkirina zayendê" nirxandin û wiha gotin: “Hemû zarok û jinên hatine qetilkirin hinceta serhildana me ne. Em dibînin ku tevgerek rêxistinikirî li kolanan belav bûye. Em ê têkoşîna xwe daxînin kolanan û serhildana xwe mezin bikin.” BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo 3 şaredariyên DEM Partiyê dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûman berdewama darbeya 8 sal berê hatiye kirinê ye. Jinan gotin destê ku serokomar dirêj kiriye ne samîmî ye û wê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin. Jinan bal kişandin ser têkoşîna yekbûyî. BI DÎMEN