Jina Kurd a Êzidî ya bi birîndarî hat rizgarkirin: Rojeke nû li me hilat
- 09:00 21 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRA ZORÊ - Hêzên QSD'ê di encama hemleya Bagera Cizîrê de li Baxozê 5 jin û 2 zarokên Kurdên Êzidî rizgar kiribûn. Yek ji jina bi navê Xunav Xidir Idêb ku bi birîndarî ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin wiha got: "Dema em hatin rizgarkirin rojeke nû li me hilat."
Hêzên QSD'ê bi hemleya Bagera Cizîrê quncik li DAÎŞ'ê teng kir û di encama vê hemleyê de gelek Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin. Yek ji jina bi navê Xunav Xidir Idêb ku bi birîndarî ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin wiha got:"Em gelek bextewar in ku em hatin rizgarkirin. Em ê hewl bidin ku hemû êşên xwe ji bîr bikin û li ser piyên xwe bisekinin."
'Rojeke nû li me hilat'
Xûnavê kêliyên bi êş ên ku ev 5 sal in dijiya wiha vedibêje:"Ev 5 sal in em di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne û her em hatine firotin. Bi darê zorê ola Îslamê li ser me ferz kirin. Lê me ola xwe ya Êzîdiyatî qet ji bîr nekir û nakin jî. Jinên Êzîdî kirin kole, ronahiya çavên me veguherandin tarî û jiyana me tarî kirin."
'Ez birîndar bûm YPJ'ê min derman kir'
Xûnavê wiha dewam kir:"Di saetên berbangê de şer dest pê kir ez û kurê xwe birîndar bûn. Dema ku min xwest kurê xwe bibim nexweşxaneyê çeteyan em qebûl nekirin û kurê min wiha jiyana xwe ji dest da û şervanên YPJ'ê ez rizgar kirim. Min derman kirin."
'Ez ji YPJ'ê bawer bûm dê me tenê nehêlin'
Xûnavê spasiya hêzên YPJ'ê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez gelekî kêfxweş im ku şervanên rojê YPJ'ê em rizgar kirin, ez bawer bûm ku YPJ'ê dê werin me rizgar bikin."
'Hêvî dikim wan bibînim'
Xûnavê hêviya xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bi hêvî me dema ku ez biçim Şengalê dayik, bav, xwişk û birayên xwe bibînim."