Sevda ya ducanî ji kar hat derxistin doza vegera kar bi dest xist

  • 08:42 21 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Sevda Kotan a di kafeyeke aydê şaredariya Kadikoy de dixebitî, hinceta ducanî bû ji kar hat avêtin. Sevdayê doz vekir û piştî 3 salan doza vegera kar qezenç kir. 
 
Sevda Kotan di kafeyek girêdayê Şîrketa Kasdaş a bin bana şaredariya Kadikoy a Stenbolê de dixebitî û 3’ê Sibata 2016’an de derket destûra welîdînê. Di 22’ê Sibatê de bi hinceta ‘kafeyê zirar kiriye û wê bê girtin’ peymana wê ya kar hat feskirin. Sevdayê diyar kir ku ji ber derketiye destûra welîdînê ji kar hatiye avêtin û li 15’emîn Dadgeha Kar a Anadolu doz vekir. 
 
Sevdayê di daxwaznameyên ku da dadgehê de diyar kir ku karsaz ne ji ber hincetên diyar kiriye, ji ber ducaniyê peymana wê ya kar fes kiriye. Şahidên li dadgehê hatin guhdarkirin jî diyar kirin ku ji ber girtina kafeyê hatine derxistin, piştre kafe dîsa vebûne, 7-8 kafeyên şîrketê hene û gotin dema Sevda ji kar hatiye derxistin li destûra welîdînê bû.
 
Heyeta dadgehê got ji aliyê karsaz ve nehatiye tespîtkirin ku karsaz di krîza aborî de ye û got piştî kargeriya dîsa ketiye faaliyetê, radestkirina Sevdayê nenirxandiye. Dadgehê got ji bo derxistina Sevdayê sedemek derbasdar nehatiye ispatkirin û biryara radestkirina karê wê da.
 
Karsaz îtîraz kir
 
Karsaz jî îtîrazê biryara radestkirinê kir û dosya şand Dadgeha Edliya Herêmî (Îstînaf). 29’emîn Daîreya Hiqûqê ya înstînafê jî îtîraza karsaz red kir û biryara dadgeha herêmî erê kir.
 
‘Jin rastî newekheviyê tên’
 
Parêzera Sevdayê, Încî Alptekîn diyar kir ku karsazan hewl daye sedemên kargeriyan derxin pêş û got: “Me ev doz di pêvajoya qanûnî de vekir. Dema me doz vekir ev şîrket nehatibû girtin, kafe hîna dixebitî. Heta tê dîtin ku çend kesên heman rojê ji kar hatine avêtin şûnde hatine girtin. Tenê Sevda negirtin. Ew jî ji ber welîdînê negirtin. Me ispat kir ku di pêvajoya dozê de kargerî nehatiye girtin. Me belgeyên xwe xist dosyayê. Me doz qezenç kir. Divê jin di van mijaran de xwedî hişmendî bin. Divê li mafên xwe bigerin divê berteka qanûnî nîşan bidin. Ji ber jin di mijarên wisa de jî rastî newekheviyê tên.”