Cezayê girtîgehê li Ayşe Surucu hat bîrin
- 13:13 20 Adar 2019
- Rojane
RIHA - Bi îdiaya “Muxalefeta qanûna hejmara 2911’an kiriye” salek 8 meh û 15 roj cezayê hepsê li Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu hat birîn.
Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ku bi îdaya “Muxalefeta qanûna hejmara 2911’an kiriye” li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.
Ayşe bi hêceta di 8’ê Adara 2016’an de beşdarî şahiya vekirina Navenda Jinan a Sara ku girêdayî Şaredariya Xalfetiyê ye tê darizandin. Ayşe beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Ayşe beşdarî danişînê bûn û dozger daxwaza cezakirinê dubare kir. Parêzeran diayr kir ku Ayşe parlamentere û xwestin darizandin bê sekinandin.
Heyeta dadgehê piştî navberek kurt salek 8 meh û 15 roj ceza li Ayşe birî. Dadgehê ceza taloq nekir û rêya birina îstînafê jî vekirî hişt.
Parêzeran diyar kir ku ew ê dosyeyê bibin dadgeha îstînafê.