Cezayê girtîgehê li Ayşe Surucu hat bîrin 2019-03-20 13:13:07   RIHA - Bi îdiaya “Muxalefeta qanûna hejmara 2911’an kiriye” salek 8 meh û 15 roj cezayê hepsê li Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu hat birîn.    Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ku bi îdaya “Muxalefeta qanûna hejmara 2911’an kiriye” li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Ayşe  bi hêceta di 8’ê Adara 2016’an de beşdarî şahiya vekirina Navenda Jinan a Sara ku girêdayî Şaredariya Xalfetiyê ye tê darizandin. Ayşe  beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Ayşe  beşdarî danişînê bûn û dozger daxwaza cezakirinê dubare kir. Parêzeran diayr kir ku Ayşe parlamentere û xwestin darizandin bê sekinandin.    Heyeta dadgehê piştî navberek kurt salek 8 meh û 15 roj ceza li Ayşe  birî. Dadgehê ceza taloq nekir û rêya birina îstînafê jî vekirî hişt.    Parêzeran diyar kir ku ew ê dosyeyê bibin dadgeha îstînafê.