Li Mêrdînê 2 rojnameger hatin binçavkirin
- 11:58 20 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Nûçegîhana me Rojda Aydin û Nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikşîne li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da. Nûçegîhana me Rojda Aydin û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin.
Nehat hînbûn ku ji bo çi Rojda û Ahmet hatine binçavkirin.