Li Mêrdînê 2 rojnameger hatin binçavkirin 2019-03-20 11:58:47   MÊRDÎN - Nûçegîhana me Rojda Aydin û Nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin.    Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikşîne li ber  Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da. Nûçegîhana me Rojda Aydin û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin.    Nehat hînbûn ku ji bo çi Rojda û Ahmet hatine binçavkirin.