Evîn Paşo di pîrozbahiya Newrozê de mizgîniya rizgarkirina Qampa Baxozê da

  • 15:50 19 Adar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo mizgîniya rizgarkirina Kampa Baxoz di Şahiya Newroza Hesekê de da û got: "Newroza 2019'an Newroza serkeftin û azadiyê ye."
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo di Newroza Hesekê de daxuyakirin ku piştî rizgarkirina Baxozê dê merheleya aştiyê pêk were û wiha domand: “Çawa Şervanên QSD’ê DAIŞ’ê tune dike, dê Efrîn jî ji dagirkeriya dewleta Tirk  rizgar bibe.”
 
'Siyaseta Dewleta Tirk a faşîst bi tunebûna DAIŞ’ê hat şikandin'
 
Evînê di dewama axaftina xwede got:"Siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Baxozê hate şikandin û dê bi berxwedaniya şervanên YPJ,YPG û QSD’ê dê Efrîn jî rizagar bibe. Newroza 2019'an Newroza rizgarkirina gelê bindest e."
 
'Berxwedana Leyla Guven rihê Newrozê geş dike '
 
Evînê diyar kir ku bi berxwedana Leyla Guven dê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bişkîne û wiha got:“ Bi rihê berxwedana Leyla Guven têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrîn û azadiya rêber Apo zêde dibe.”
 
Evînê di dawiya axaftina xwe de got:"Bi rihê Newroza 2019’an dê berxwedana serdemê bi serbikeve ."