Evîn Paşo di pîrozbahiya Newrozê de mizgîniya rizgarkirina Qampa Baxozê da 2019-03-19 15:50:44   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo mizgîniya rizgarkirina Kampa Baxoz di Şahiya Newroza Hesekê de da û got: "Newroza 2019'an Newroza serkeftin û azadiyê ye."   Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo di Newroza Hesekê de daxuyakirin ku piştî rizgarkirina Baxozê dê merheleya aştiyê pêk were û wiha domand: “Çawa Şervanên QSD’ê DAIŞ’ê tune dike, dê Efrîn jî ji dagirkeriya dewleta Tirk  rizgar bibe.”   'Siyaseta Dewleta Tirk a faşîst bi tunebûna DAIŞ’ê hat şikandin'   Evînê di dewama axaftina xwede got:"Siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Baxozê hate şikandin û dê bi berxwedaniya şervanên YPJ,YPG û QSD’ê dê Efrîn jî rizagar bibe. Newroza 2019'an Newroza rizgarkirina gelê bindest e."   'Berxwedana Leyla Guven rihê Newrozê geş dike '   Evînê diyar kir ku bi berxwedana Leyla Guven dê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bişkîne û wiha got:“ Bi rihê berxwedana Leyla Guven têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrîn û azadiya rêber Apo zêde dibe.”   Evînê di dawiya axaftina xwe de got:"Bi rihê Newroza 2019’an dê berxwedana serdemê bi serbikeve ."