'Ev dewlet têk çûye, ji ber vê qeyûman tayîn dike'

  • 09:04 6 Mijdar 2024
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo 3 şaredariyên DEM Partiyê dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûman berdewama darbeya 8 sal berê hatiye kirinê ye. Jinan gotin destê ku serokomar dirêj kiriye ne samîmî ye û wê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin. Jinan bal kişandin ser têkoşîna yekbûyî.
 
Bi talîmata wezareta karê hundir ji bo şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, qeyûm hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman li her derê Tirkiye û Kurdistanê gel daket kolanan û protesto kirin. Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin û birîndarkirin. Jinên li Îzmîrê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan, gotinên serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan yên wekî ‘Birêz xwişk û birayên min em dipên ku hûn vî destê me yê bi samimiyet bigirin’ û gotin ev ne destê aştiyê ye û yê zextan e. Jinan her wiha diyar kirin ku di 4’ê mijdarê de tayînkirina qeyûman ne tesaduf e berdewama darbeya 8 sal berê ye.
 
‘Em ê îradeya xwe nedin destê vê dewletê’
 
Dayika Aştiyê Sultan Yagmekan got li dijî van dijhiqûqiyên mezin her gotina xwe gotine û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd her tim xwedî li îradeya xwe derketiye û şaredarî girtine. Desthilatdarî kesên ne ji xwe qebûl nake.Mafê me heye.Me bi îradeya xwe şaredariyên xwe girtin. Ew bi qeyûman nikarin îradeya me bigirin. Tehemulê me nakin. Em dibêjin ku em ê destûrê nedin qeyûman. Em ê îdareya xwe nedin destê dewletê. Em her tim li ser piyan e.”
 
‘Ev dewlet têk çû, ji ber vê qeyûman tayîn dikin’
 
Sultan Yagmekan bi lêv kir ew ne ji girtin ne ji kuştin ne jî ji dewletê natirsin û wiha domand: “Gelê Kurd her tim bi awayekî xurt xwedî li îradeya xwe derketiye. Em rast in, mafdar in û dirust in.  Em ê xwedî li nasnameya xwe derkevin. Kî dibêje çi bila bêje em ê li ser piyan bin. Em hatine 75 salî. Em ji wan natirsin. Ev dewlet têk çûye. Nizane çi bike.”
 
‘Destê hatiye dirêjkirin ne samîmî ye’
 
Endama meclîsa jinan a DEM Partî ya Îzmîrê Aysel Onen jî daxuyakirin ku destê ku Tayyîp Erdogan dirêjî Kurdan kiriye ne samîmî ye û wiha vegot: “Em destê serokomar ji xespkirina li Wan û Colemêrgê nas dikin. Hatina qeyûma ya ji bo Êlihê ne samîmî ye. Li Êlihê îradeya jinan bi awayekî xurt derketiye holê. Gulistan bi dengekî mezin hatiye hilbijartin. Tayînkirina qeyûm a ji bo Mêrdînê jî ne tesaduf e.”
 
‘Erdogan bi ser neket’
 
Aysel Onen balkişand ser gotinên ‘Kurd jî wek Tirkan xwedî heman mafî ne’ û wiha dirêjî dayê: “Lê wekheviya ew dibêjin tuneye. Şaredarî feraseta xizmeta gel e. Xizmeta ji bo gel bi ziman, çand û piştgiriya ji bo têkoşîna jinê dibe. Sedema tayînkirina qeyûman jî ji ber vê ye. Tevî dewlet hemû alavên xwe bikar tîne jî bi ser neket. Cihên negirtiye bi darbeyê digire. Ji bo 3 şaredariyan qeyûm tayîn kirin. Em dibêjin darbe. 8 sal berê jî bi darbeyê heman tişt kirin. Niha dibêjin destê aştiyê dirêj dikin. Lê ev ne destê aştiyê ye. Yê zextê ye. Em vê baş dizanin. “
 
‘Pêkanînên dijdemokratîk didomin’
 
Seroka şaxa hejmara 2'yem a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtî Sen) Zelîha Danyelî jî got di 5 mehan de ji bo 5 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Qeyûm îradeya gel xesp dike. AKP-MHP zextên xwe bi pêkanînên dijdemokratîk didomîne. Ev darbeya li demokrasiyê ye, li îradeya gel e. Em van êrîşan qebûl nakin. Em her kesî vexwendiyê têkoşînê dikin.”
 
‘Ev ne tesaduf e’ 
 
Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Yalçin jî destnîşan kir ku serokomarê AKP’ê demek berê destê aştiyê dirêjî gelê kurd kiriye û piştî vê qeyûm tayînê şaredariya Esenyurtê kiriye û got: “Bi tayînkirina qeyûm sînyala wê şaredariyên din jî xesp bike dan. Bi qeyûman îradeya sê bajaran xesp kirin. Di 4’ê Mijdarê de pêkhatina vê ne tesaduf e. Em ê îradeya xwe biparêzin.”
 
‘Em ê îradeya azad biparêzin’
 
Rêvebera DEM Partî ya Bucayê Sîbel Kurul jî daxuyakirin ku destê aştiyê dirêjî Kurdan kirine lê hema piştî wê îradeya gel xesp kirine û wiha dawî lê anî: “Di 4’ê mijdara 2016’an de jî darbe pêk hat. Wê demê gel rabûna ser piyan wê niha ev wêrekiya wan tunebûna. Ger hemû partî bibûna yek wê ev yek nebûna. Em ê li dijî darbeyê îradeya azad biparêzin.”