Li Mexmûrê bi meşek meşaleyî Newroz hat pîrozkirin
- 09:22 19 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi meşek meşaleyî Newroz pîroz kirin.
Bi hezaran ciwan û gel bi meşaleyan saet di 19.00'an de li ber deriyê şaredariya wergehê kom bûn û meş dest pê kir. Meşê heta Qada Şehîd Aryan Cudî berdewam kir. Bi deqeyek rêzgirtin bernameya Newrozê dest pê kir. Li ser navê komîteya amedakar mamosta Bengin Tunç axivî û wiha got. "Em vê rojê di serî de li gelê kurd û Rêbertî pîroz dikin. Meha Adarê ji bo tevahî gelê kurd gelek girîng e. Di vê mehê de diktatoran xwestiye gelê kurd tune bike, lê gelê kurd bi berxwedan û qehremaniyên gelek mezin serkeftin bi dest xistine. Gelê Kurd aştî û aramî aniya Rojhilata Navîn."
Piştî axaftina Mamoste Bengin Tunç ciwanan govend gerand û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.