Li Mexmûrê bi meşek meşaleyî Newroz hat pîrozkirin 2019-03-19 09:22:19   MEXMÛR - Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî  (Mexmûr) bi meşek meşaleyî Newroz pîroz kirin.    Bi hezaran ciwan û gel bi meşaleyan saet di 19.00'an de li ber deriyê şaredariya wergehê kom bûn û meş dest pê kir.  Meşê heta Qada Şehîd Aryan Cudî berdewam kir. Bi deqeyek rêzgirtin bernameya Newrozê dest pê kir. Li ser navê komîteya amedakar mamosta Bengin Tunç axivî û wiha got. "Em vê rojê di serî de  li gelê  kurd û Rêbertî pîroz dikin. Meha Adarê ji bo tevahî gelê kurd gelek girîng e. Di vê mehê de diktatoran xwestiye  gelê kurd tune bike, lê gelê kurd bi berxwedan û  qehremaniyên gelek mezin serkeftin bi dest xistine. Gelê Kurd aştî û aramî aniya Rojhilata Navîn."   Piştî axaftina Mamoste Bengin Tunç ciwanan govend gerand û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.