Nisêbîna Rengîn piştî 3 salan şûnde wê li qada Newrozê be

  • 09:19 19 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Gelê Nisêbînê ku di pîrozbahiyên sala 1992’an de di hişan de cih girt û di qedexeya derketina derve ya navbera 2015-2016’an de gelek taxên wê hatin hilweşandin, niha piştî 3 salan şûnde wê Qada Newrozê ku abîdeya Newrozê jî lê bû û qeyûm hilweşand, lê  bên cem hev.  Nisêbîniyan diyar kirin ku ‘ew abîde çawa hat hilweşandin wê bê çiqandin jî’ û her kes vexwendin Newrozê.
 
Gelê Nisêbînê ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê bi lez û bez xebatên xwe dimeşînin, wê li Qada Newrozê ya sala borî abîdeya Newrozê lê hat hilweşandin, bên cem hev. 
 
Piştî du salên bi pevçûn, zext, dorpêç û hilweşînê derbas bû şûnde bi dehezaran kes li qada ligel Parka Cegerxwîn ya li taxa 8’ê Adarê hatibûn cem hev û agirê Newrozê yê Kawa gûr kiribûn. Piştî pevçûnan du sal şûnde gel li navçeyê agirê Newrozê pêxistibûn.  Girseyî tevî dorpêç û mudaxaleya polîsan bi coş govend gerandibûn û dîsa bi dirûşmeyan pîrozbahî bi dawî kirin.
 
Li şûna abîdeya Newrozê kuleya saetê hatibû çiqandin!
 
Piştî pîrozbahiyê gel, berê xwe dabû Qada Newrozê ya lê abîdeya Newrozê hatibû hilweşandin.  Gel dirûşmeyan ket qadê û zarokan ala ‘Newroz pîroz be’ li abîdeyê daliqandin.  Piştî gel ji qadê derket abîde bi kepçeyan hat hilweşandin.  Piştre kuleya saetê lê hat çiqandin. 
 
Piştî sê salan şûnde dîsa Qada Newrozê
 
Înşata kuleya saetê ya ku gel bertekên mezin nîşanî wê dan, piştî mehan şûnde qedya. Tevî çêkirina kuleyê gel hîna herêmê wek ‘ Qada Newrozê û abîdeyê’ bi nav dike û piştî 3 salan şûnde wê dîsa ji Newrozê re malovaniyê bike.
 
Gelê Nisêbînê ji bo Newrozê bang kir û gotin: “Ew abîde piştî pîrozbahiyan hat hilweşandin.  Ev Newroz wê roja wê ya dawî be. Ji ber alên hatin daliqandin, hat hilweşandin. Lê em ê  dîsa çêbikin û alan lê bidaliqînin.”