Belgefilmê 'Nefertîtî' li Zanîngeha Rojava hat pêşkêşkirin

  • 12:17 18 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO –  Bi rêveberiya Desteya Turîzm û Şûnewaran a Herêma Cizîrê ve belgefîlmê 'Nefertîtî' hate pêşkêşkirin.
 
Desteya Turîzim û Şûnwaran a Herêma Cizîrê belgefilmê jina têkoşer ku bi xweşikbûn û hêza xwe dihate naskirin 'Nefetîtî' her wiha ya  'Tado Xîba' ku qala jiyana wê dike, li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo pêşkêş kirin. Saziyên Rêveberiya xweser, Yekîtiya Nivîskar, Yekîtiya Rewşenbîran, û bi dehan xwendekarê Zanîngeha Rojava jî amade bûn.
 
Hevseroka Meclisa Rêveber ya herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê bi xêrhatina hemû kesên hazir kir, û wiha got:"Em hemû dizanin ku Nefertîtî bi xweşikbûn û hêza xwe wek jinek têkoşer çi da avakirin, em spasiya keda hemû kesên ku beşdarî nava vî belgefilmî bûne dikin û çêkirin.”
 
Piştî ku belgefilm bi dawî bû ji aliyê Desteya Şûnwar û Turizmê ve kesên ku ked dane belgefilman  xelat li wan hatin belavkirin.