Belgefilmê 'Nefertîtî' li Zanîngeha Rojava hat pêşkêşkirin 2019-03-18 12:17:32   QAMIŞLO –  Bi rêveberiya Desteya Turîzm û Şûnewaran a Herêma Cizîrê ve belgefîlmê 'Nefertîtî' hate pêşkêşkirin.   Desteya Turîzim û Şûnwaran a Herêma Cizîrê belgefilmê jina têkoşer ku bi xweşikbûn û hêza xwe dihate naskirin 'Nefetîtî' her wiha ya  'Tado Xîba' ku qala jiyana wê dike, li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo pêşkêş kirin. Saziyên Rêveberiya xweser, Yekîtiya Nivîskar, Yekîtiya Rewşenbîran, û bi dehan xwendekarê Zanîngeha Rojava jî amade bûn.   Hevseroka Meclisa Rêveber ya herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê bi xêrhatina hemû kesên hazir kir, û wiha got:"Em hemû dizanin ku Nefertîtî bi xweşikbûn û hêza xwe wek jinek têkoşer çi da avakirin, em spasiya keda hemû kesên ku beşdarî nava vî belgefilmî bûne dikin û çêkirin.”   Piştî ku belgefilm bi dawî bû ji aliyê Desteya Şûnwar û Turizmê ve kesên ku ked dane belgefilman  xelat li wan hatin belavkirin.