Li Qamişloyê navenda pêşxistina jinan hat vekirin

  • 15:46 11 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Li bajarê Qamişlo ji aliyê Şaredariya Qamişlo ve navenda pêşxistina jinan ji bo bîranîna şehîdên jin ên ku di teqîna Otêla Hedaya de şehîd bûn hat  vekirin. 
 
Ji bo bîranîna şehîdên jin Rewşen, Cîhan, Helepça,  Awaz û Emîne ên ku di 12’ ê Adarê 2014'an di teqîna Otêla Hedaya de şehîd bûn, li taxa xerbî a bajarê Qamişlo ji aliyê Şaredariya Qamişlo ve navenda bi navê şehîd Rewşen a ji bo pêşxistina jinan û perwerde kirina wan hate vekirin. Armanca vekirina navendê ji bo perwerde kirina jina  û pêşxistina wan e. Di vekirina navendê de saziya malbatên şehîdan û dezgeh  û saziyan jin beşdar bûbûn.
 
Vekirin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û paşê jî axaftin ji mile hevseroka Şaredariyê Sema Begdaş, li ser navê Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif û herî dawî  jî xwişka şehîd Rewşen Mizgîn Salik li ser navê malbatê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de diyar kirin ku ew ê her li ser rêya şehîden xwe bin û wiha gotin:"Ev navend ji bo ku jin xwe perwerde û pêş bixin hatiye vekirin. Di şexsê şehîd Rewşen de em hemû şehîdan bi rêzdarî bîr tînin."
 
Her wiha navend bi destê dayîka şehîd Rewşen ve  din nav dirûşmeya “şehîd namirin” û tilîliyên jinan de hat vekirin.