Ji bo Leyla Guven name: Ronahiya ku te afirandiye tarî bi dawî kir

  • 12:56 11 Adar 2019
  • Rojane
AMED -Ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ev 124 roj in di greva birçîbûnê de ye, Cemil Yegin ê ku di 2'emîn Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê de ye, ji bo Leyla Guven name şand. Cemil di nameyê de got:"Ronahiya ku te afirandiye tarî bi dawî kir."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçbîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 124'an. Çalakiya greva birçîbûnê di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan belav bû. Ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ev 124 roj in di greva birçîbûnê de ye, Cemil Yegin ê ku di 2'emîn Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê de ye, ji bo Leyla Guven name şand. 
 
'Li ser serê min tavek mezin hiltê'
 
Nameya Cemil wiha ye:
 
"Ez wekî ku di nava tariyekê de bim. Wekî çûkek şevê ya ku rêya xwe şaş kiribe tev digerim. Ez hêdî hêdî bi destên xwe şevê dipelînim. Ez dibêjim qey ez ê gindorî kortalekê bibim. Di kûrahiya çavên min de tariyek dûdirêj. Ba çîrokên bi tirs di guhê min de dibêje. Dawiyê ez dibêjim qey ez ê bimirim. Ji carekê de li ser serê min tavek mezin hiltê. Li her derê çirûsk belav dibe. Ez di nava biharê de me. Carinan wekî ku ez di nava robarekî de bim. Pêl min bi xwe re dibe. Av min dikşîne kûrahiyê. Berê milên min diwestin. Dawiyê laşê min dikeve bin avê. Ez geh derdikevim geh dikevim nav avê. Tam ez dikim têk biçim wê demê li orteya avê guliyekî darê dibînim û ez xwe bi guliyê digirim. Ez ji avê derdikevim û ez hilmê dîstînim û dijîm.
 
'Te ronahiya xwe afirand'
 
Merheba Hevala Leyla. Tiştên ku wê me û mirovatiya me rizgar bike; Heger em hinek tiştan bi destên xwe bikin û têbikoşin em ê rejîmên faşîst tê bibin. Heval Leyla te te ronahiya xwe afirand. Tariya şevê bi dawî dibe. Ev serîhildana te ew ê bibe strana serîhidanê. Bila dilê her geş be. Slavên hevalan hene. Slav û rêz."
 
Her wiha Cemil helbesta ku ji bo Leyla Guven nivîsandibû jî di nameyê de parve kir.