Berxwedana Leyla Guven di roja 124'an de ye

  • 11:47 11 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 124'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 124'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike. 
 
Li Grava Îmraliyê hevdîtin
 
DI 12'ê Çileyê de ku çalakiya Leyla ya greva birçîbûnê berdewam dikir de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû îmraliyê û bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.  Leyla ya ku wê demê bi riya parêzerên xwe derbarê mijarê de daxuyanî da wûha got: "Cerebeyên me yên berê hene.  Di sala 2016'an de komeke ku ez jî di nav de bûm a ji 50 kesî pêk dihat me li dijî tecrîêdê li derve çalakiya grevê da destpêkirin. AKP'ê wê demê jî Mehmet Ocalan ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike şand Îmraliyê û bi peyama ku ji birêz Ocalan hat me çalakî bi dawî kiribû.  Lê tecrîdê berdewam kir. Niha jî heman rêbaz tê bikaranîn. Birêz Ocalan pêşengekî polîtîk e. Ji bo malbata xwe ne li wê gravê ye. Wekî hemû girtiyên din mafê wî yê hevdîtinê heye.
  
Leyla Guven: Daxwazên me meşrû ne
 
Daxwazên me ji serî de zelal in. Em dibêjin ev tecrîda sûcê mirovahiyê bê rakirin û birez Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike bi heyetên biyanî re jî bê gel hev.  Ji ber vê em vê çalakiya xwe bi hevdîtinekê bi dawî nakin. Daxwazên me ne dijqanûnî meşrû ne. Ger armanca AKP - MHP'ê bedeldayîna me be em ji wê re jî amade ne.  Em jî ji vê tifaqa faşîst re dibêjin ger ku tabût ji zindanan derkevin hûn ê nikaribin li cihê xwe rûnên."
 
Çalakiya girtiyan berdewam dike
 
Piştî Leylayê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 1011'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 85'ê de.  ya girtiyên ku di 16'ê Çileyê de hat destpêkirin  di roja 85'yan de berdewam dike.  Her wiha li aliyê din çalakiya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 1'ê Adarê de hat destpêkirin jî di roja 11'an de berdewam dike. 
 
Li dijî çalakgerên HDP'yî operasyona binçavkirinê
 
Di 3'yê Adarê de di pêşengiya parlamentera  HDP'ê ya Amedê  Dêrsim Dag de li avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger hat destpêkirin. Piştî ku çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu avahî hat dagirkirin  û 5 kesên di çalakiyê de hatin binçavkirin. Endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên ku hatin binçavkirin piştî 4 rojan sebest hatin berdan. Çalakgerên ku hatin berdan çalakiya xwe berdewam dikin.
 
Her wiha Parlamenterên Wanê Tayyip Temel, Murat Sarisaç, A. Halik Kurt, Yusuf Ataş bi dirûşma "Dê serîhildan bigihêje armanca xwe. Bijî serîhildana Leyla" dest bi greva birçîbûnê kiri.