Bêyî Berkîn 5 sal:Dema berpirs ceza bigirin wê zarokekî din nemire

  • 09:10 11 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayika Berkîn Elvan ku di encama guleya bombeya gazê ya polîsan de jiyana xwe ji dest da, Gulsum Elvan diyar kir ku 5 sale kurê wê tune û got yên talîmat dane heta hesab nedin wê nesekinin û got berpirs ceza negirin wê zarokên din jî bimirin.
 
Li gorî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) di bûyerên li Parka Gezî ya Stenbolê di 27’ê Gulana 2013’an de dest pê kir û du mehan berdewam kir de 12 kesî jiyana xwe ji dest da û Berkîn Elvan ê di 16’ê Hezîrana 2013’an de li Okmeydani dema diçû nan digirt hat qetilkirin jî yek ji van bû. Berkîn piştî 269 roj têkoşîna jiyanê di 11’ê Adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Berkîn Elvan ku piştî bûyerê ji bo sûcdar bên cezakirin têkoşîn da ji aliyê rayedarên desthilatdarî û serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve jî hedef hat girtin. Gulsumê got wê heta dawî têbikoşe û got heta kesê talîmat dane hesab nedin wê berxwe bide.
 
‘Kurê min tune kirin’
 
Gulsumê got: “Ez tunebûna kurê xwe tu car qebûl nakim. Kurê min ne nexweş bû. Kujeran zarokê min kuşt. Ez vê qebûl nakim.Niha hebûna wê ciwanekî 20 salî bûna. 5 sale Berkîn tune ye. Kurê min tune kirin. Çûn nan bigire, carek din nehat. Dema ez hevalên wî li kolanê dibînim birîna min teze dibe. Dixwest bibe futbolvan. Gelek jê hez dikir. Xeyala wî ev bû di Beşîktaşê de bilîze. Kurê min 269 rojan têkoşîna jiyanê da. Min du caran kurê xwe di xewna xwe de dît. Carekê di rojbûna wî de min dît. Min got belkî xewna min rast e. Lê ez ji xew şiyar bûm.”
 
‘Heta berpirs hesab nedin ez ê berxwe bidim’
 
Gulsumê destnîşan kir ku ji bo kujer ceza bigirin têkoşîn daye û niha jî ji bo berpris ceza bigirin wê têbikoşe, ji bo ku zarokekî din neyê kuştin. Gulsumê balkişand ser îfadeyên şahidan û got îfadeyên wan bi nakok in. Gulsumê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê zarokê min gelek zarok ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Berpirsên zarokên hatine qetilkirin dadgeh in. Ger dadgeha ceza bida kujeran wê ew zarok nehatibana kuştin. Heta ceza neyên dayîn em ê van bûyeran bijîn. Em bibin yek wê zarok bijîn. “