Qîrîna bêdeng:Komkujiya Dîgorê

  • 09:02 11 Adar 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
QERS - Şahida komkujiya Dîgorê Fîlîz Kaya diyar kir ku di ser Komkujiya Dîgorê re  24 sal derbas bûn, lê hêj birîna dilê wan wekî duh bûye di dilê wan de ye.
 
Di 14 Tebaxê sala 1993’yan de welatiyên Dîgorê ji bo ku cerdevaniya dewletê bi zorê bi wan dida qebûlkirin şermezar bikin û 15'ê Tebaxê Roja Damezrandina PKK’ê pîroz bikin ji 20 gundên girêdahî navçeyê  li gundê Nexşanê hatin gel hev û ber bi navçeyê dest bi meşê kirin. Riya çalakvanan ji aliyê tîmên taybet ve hat girtin û bê hişyarî welatî di qerkirinê re hatin derbaskirin. Di qirkirina ku hat kirin de 5 jê zarok 17 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Piştî komkujiyê ji xeynî peydakirina guleyên vala çekên ku ji aliyê hêzên  tîmen taybet ve  hatibûn  bikaranîn nehatin peydakirin. Biryara ku di sala 2006’an de di doza ku derbarê bûyerê de hatibû vekirin ji bo polîsên ji dozê dihatin darizandin bi hinceta "Parastina xwe kirine" biryara beraetê hat dayîn. 
 
Malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan biryar birin DMME'yê û DMME'yê Tirkiye hem di warê  maddî û hem jî  manevî de mehkum kir. Gundî piştî komkujiyê bi valakirina gundan re rû bi rû man. Lê li dijî hemû êrîş û gefan gundiya xaka xwe terik nekir. Di ser  komkujiyê r 24 sal derbas bûn, lê hêj birîna welatiyan wekî duh bûyer qewimiye germ e. Kesên ku îro gihîştîne û di wê demê de zarok bûn ew roj hîn wekî îro di bîra wan de ye. 
 
’Bi hezaran kes ji bo ku cerdevanyê qebûl nekin meşiyan’
 
Şahîda komkujiya Dîgorê Filîz Kaya ew roj wiha vegot;” Dewleta tirk pir zilm li ser me kir. Di sala 1988’an de zilma herî mezin me bi çavên xwe dît. Tê bîra min ku em zarok bûn, em diçûn dibistanê leşker hatin bavê min û apê min birin hundirê dibistanê û bi saetan li wan dan. Tirkî wekî îro li me ferz dikirn. Di sala 1993’an de li ser kurdan zilmeke pir mezin hat meşandin. Li dijî vê zilmê gelan xwestin ku êdî ji zilmê re bibin mertal. 20 gundên girêdayî Dîgorê di navbera xwe de civiyan û ji bo ku cerdevaniyê, zext û êrîşan  şermezar bikin û avakirina PKK’ê pîroz bikin, bi hezaran mirov li gundê Nexşanê dest bi meşê kirin û ber bi Dîgorê ve meşiyan.”
 
‘Gef li bijîşkan hat kirin, birîndar nehatin dermankirin’
 
Filîzê di berdawimiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dewleta tirk bi hovane êrîş li ser gel pêk anî û wiha dom kir;”Ez li pey wê meşê çûm. Piştre dengê hawar û qêrînan li gund bilind bû û gel bi awayekî hovan hat gulebarankirin. Ewqas birindar û mirî hebûn ku mirov nedikarî derbas bibe. Komkujiyeke pir mezin pêk anîn. Birîndar pir hebûn û ez jî li hevjînê xwe digeriyam. Di dema lêgerînê de min tîmen taybet dîtin li hemberî xwe. Ji minre gotin ‘Tu li vir çi digerî?’ min ji got ez li hevjînê  xwe digerim. Ji min re gotin ‘Tu dixwazî ku em leşê te jî li vir dirêj bikîn, ger tu nexwazî bizivere here mala xwe’ Ez zivirîm hatim malê. Hevjînê min 7 rojan wenda bû û ji min re gotin miriye. Piştre me bihîst ku di nexweşxanê de birîndare. Gava ku ez çûm nexweşxanê ew dîmenê ku min li pêşberî xwe dît min cemidand. Qêrîna dayik û zarokan li ber nexweşxaneyê. Birindar nedihatin tedawîkirin. Piştî 7 rojan şûnde gotin herin.  Gef li bijîşkan xwaribûn ku birîndaran derman nekin. Min hevjînê xwe hilda em çûn malê. Hevjînê min 8 mehan di nav nivînê de ma. Me bi derfetên xwe derman kir.”
 
‘Em ê tu car komkujiya Dîgorê jibîr nekîn’
 
Filîz di berdewamiyê de wiha got;” Li ser jinên ciwan asît rijandin û porê wan bi wesayitê zirxî girê didan û erdî re kaş kirin û wisa birin Dîgorê. Li jinan heqaret hat kirin. Piştî komkujiyê 2 salan gundên me di bin dorpêça tîmen taybet û leşkeran de ma. Şev û roj qedexe dihate îlankirin. Saetên qedexeyê hebûn. Pitika min hebû 2 mehî bû di qundaxê de bû. Me di wan salan de debara xwe bi pez xwedîkirinê dikir. Ez bi şev çûm ku çêlika xwe bidoşîm, min didot û qedexe hate îlankirin. Ez di axûrê de dorpêçkirî mam. Pitika min jî biçûk bû. Ez ji ber dorpêçê derbasî malê nebûm. Ger ez derbas bibûma ez ê bihatama kuştin. Bû serê sibehê min lê mêze kir ku pêtika min di qundaxê de miriye. Me bi çavê xwe pir zilm dît. Ciwan îşkence dikirin û ji wan re digotin ‘Hûn çima kurdin?’ Li Tirkiyeyê ev nêzîkbûna li dijî gelê kurd hîna didome. Niha bi hezaran kes ji bo ku vê zilmê şermezar bike greva birçîbûnê dane şermezarkirin. Em kurd in û em ê tu car dev ji têkoşînê bernedîn. Em ê vê komkujiyê tu car ji bîr nekîn û nedîn ji bîrkirin.”