ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 11 Adar 2019
  • Rojev
*Şahida komkujiya Dîgorê Fîlîz Kaya diyar kir ku di ser Komkujiya Dîgorê re  24 sal derbas bûn, lê hêj birîna dilê wan wekî duh bûye di dilê wan de ye. BI DÎMEN
 
*Gûmanbar Alî P. ku li Amedê zaroka 12 salî bi awayekî sîstematîk îstîsmar kiribû û tevî ku bi raporê hat tespîtkirin jî, heyeta dadgehê ji ber dîrokên îstîsmar hatiye jiyîn ne zelal bûne û delîl kêm in berat kir.
 
*Di hevdîtinên di 2014’an ên bi  heyeta Îmraliyê pêk hatine de, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser Pervîn Buldan bal dikişîne ser pirsgirêka jinan û diyar dike ku nêzîkatiya magazînel a pergalê ya li hember jinê îdeolojîk e û wiha got: “Her çar alî jinê bi zincîrê hatiye dorpêçkirin. Em heta vê parçe nekin em nikarin bibin sosyalîst, em nikarin siyasetê bikin. Yên nikaribin jiyanê xilas bikin nikarin welat xilas bikin. Ji bo min azadiya jinê ji ya welat girîngtir e. 
 
*Feleknas Uca ya HDP’î diyar kir ku gelê Êlihê ji bo qeyûman bişînin bêsebrin û got: “ Yên diçin ser sindoqan divê Leyla Guven, Edîp Solmaz û Egît ji  bîr nekin. Em ê li ser sindoqan nîşanî serokomar bidin ku axa me kî der e. Em ê di 31’ê Adarê de Kurdistan kî dere nîşanî wan bidin.” BI DÎMEN
 
* Li Hezexê piştî qedexeyê gel bi gelek pirsgirêkan re hatin rû hev. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin avahî hatin çêkirin û dîwarên avahiyan hatin hilweşandin, ligel vê pirsgirêka avê naqede. Ocaxên tenduristiyê jî veguhertin qerekolan, gel navendek nû dixwazin.BI DÎMEN
 
* Dayika Berkîn Elvan ku di encama guleya bombeya gazê ya polîsan de jiyana xwe ji dest da, Gulsum Elvan diyar kir ku 5 sale kurê wê tune û got yên talîmat dane heta hesab nedin wê nesekinin û got berpirs ceza negirin wê zarokên din jî bimirin.BI DÎMEN
 
*Zuleyha Gulum ya HDP’yî diyar kir ku desthilatdarî grevên birçîbûnê ji nedîtîve tê û divê demildest dest ji vê helwetsa xwe berde û pêşiya hevdîtinan vebike. Zuleyhayê got: “Desthilatdarî berxwedana li hember tecrîdê nabîne. Lê divê vê baş bizanin, bi vê helwestê wê negihêjin cihekî. Ger li vî welatî mirov daxwaza aştî, edelet û wekheviyê bikin divê hikûmet gûh bidê.” BI DÎMEN