Pero Dundar: Em ê di Newrozê û 31'ê Adarê de bersivê bidin êrîşan
- 09:25 10 Adar 2019
- Rojane
AMED - Di dema derbkirina 7 çalakgerên gireva birçîbûnê de ku hatin binçavkirin û parlamenterên ku hatin derbkirin de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî hebû. Pero diyar kir ku êrîş bi fermana qeserê hatine kirin û got ku wê gel di Neweroz û 31'ê Adarê de bersivê bide van êrîşan.
Piştî biryara çalakiya greva birçîbûnê ya koma yekem ku li avahiya HDP'ê ya Amedê li dijî tercrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan da detpêkirin, koma 2'yem jî ku çalakî da destpêkirin çalakiya wan di roja 2'emîn de berdewam dike. Çalakgerên ku parlamenter Dêrsim Dag, Tayyîp Temel, Murat Sarica hatin derbkirin. Piştî êrîşê endamên partiyê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf ataş hatin binçavkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar derbarê êrîşên tên kirin de nirxandin kir û got ku avahiya HDP'ê ya Giştî û ya Amedê di bin dorpêçê de ye.
'Ev êrîş bi fermana qesrê tên kirin'
Pero diyar kir ku hatin û çûyîn girtine bin kontrolê û wiha berdewam kir: "Dixwazin psîkolojiyek tundiyê bidin bavakirin. Ev tunî piştî ku Leyla Guven dest bi çalakiyê kir zêdetir bû. Lê em dizanin ku fermana vê tundiyê ji qeserê tê. Ji bo ku temenê boka faşît zêde bikin êrîşên xwe yên li dijî Gelê Kurd û HDP'ê zêde dikin. Di hedefa wan de gurkirina şerê di navbera gelan de heye. Di serî de axaftinên Erdogan û kesê ku xwe wekî wezîrê karên hundir dibîne Suleyaman Soylu milîtaniyê ji AKP'ê re dikin û êrîş dikin."
'Parlamenter hatin derbkirin'
Pero diyar kir ku di 3'yê Adarê de di serî de parlamenter Dêrsim dag 6 kesî bi îradeya xwe dest bi grevê kiriye, piştre êrîşî avahiya DHP'ê hatiye kirin û ji xeyrî Dêrsim Dag berxwedêrên din hatine binçavkirin. Pero wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji kesên ku di greva birçîbûnê de ne û hatin binçavkirin pirsa 'hûn ê dest ji grevê berdin an na' tê kirin. Hevalên me jî dibêjin ew li ku dibin bila bibin ew ê çalakiya xwe berdewam bikin. Piştî ku hatin berdan jî vê carê du parlamenterên me jî di nav de komeke ji 4 kesî pêk tê tevli grevê bû. Wê rojê jî saet di 21'OO'an de bi sedan polîsên bi çek û parnzer avahiya partiyê dorpêç kirin. Li gel ku me got di derî re werin jî em 6 parlamenter derp kirin û derî şikandin. Hemû tişt belav kirin û çek li ser parlamenteran danîn. Kesên di grevê de bi darê zorê binçav kirin. Di encama êrîşên li ser rêveberan de gelek kes hatin birîdarkirin."
'Çalakiyên tên kirin rewa ne'
Pero, anî ziman ku têşta tê kirin sûc e û got ku çalakiyên tên kirin rewa û di cih de ne. Pero anî ziman ku heta daxwaza wan bê bicihanîn ew ê çalakiyên xwe bidomînin û muhatabê van çalakiyan jî AKP'ye. Pero wiha dawî li axaftina xwe anî: "AKP di bedêla ku êrîşî kurdan dike bila binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bike. Çalakiyeke greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin û bi tevlibûna bi hezaran kesî berdewam dike heye. Daxaza wan daxwaza me ye û em piştgiriyê didin wan. Tecrîdeke ku 3 sal e berdewam dike heye. Ev tecrîd ji bo berdewamiya şer e. Çalakgerên di grevê de bi biryar in û wê heta dawî çalakiya xwe bidomînin. Wê gelê me di vê berxwedanê de bi îradeya xwe bi ser keve. Me di 8'ê Adarê de ev dît û kolan hatin dagirtin. Êrîşên ku li Stenbolê pêk hatin jinan bi berxwedanê bersîv da. Em ê vê berxwedanê di Newroz û di 31'ê Adarê de jî berdewam bikin. Wê gelê me bersivê bide."