Li Sirînê akadimiya perwerdê hat vekirin

  • 17:14 10 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Akadimiya Civaka Demokratîk a Perwerdê li Bajarokê Sirînê  jî akadimiya xwe ya perwerdê ya bi navê Şehîd Masîro bi meresîmekê vekir.
 
Akadimiya Civaka Demokratîk a Perwerdê ya Kantona Kobanê li Bajarokê Sirînê bi meresîmekê bi başdarbûna nûnerên Meclîsa Jinên Sûriyeyê, buroya jinê ya Meclîsa Sûriyê Demokratîk(MSD) û endamên Rêxistina Kongrrya Star û endamên Akadimiyê şaxek Akadimiya perwerdê bi navê Şehîd Masîro ji bo perwerdekirina gelê ji pêkhateyên ereb vekirin.
 
Mersîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtina dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Mustefa û hevseroka Partiya Yeketiya Demokratîk Sebah Mustefa vekirina navendê li gelê Sirînê pîroz kirin û wiha gotin:" Vekirina vê Akadimiyê gaveke girînge. Dê ev Akadimî bibe xwe naskirin û pêşeroja me."
 
Piştî axaftinan ji aliyê Dayakên Şehîdan ve deriyê Akadimê hat vekirin û bi belavkirina şîraniyê merasîm bi dawî bû.