Polîsan li mêrdînê bi ser buroyên HDP'ê de girt
- 16:59 10 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Polîsan biser buroyên HDP'ê yên başarokê Elfan û Barman de girt, pankart û afîşên bi nivîsa “Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike û “Ya Me Ye”desteser kirin
Piştî Sêrt, Agirî, Bêtlîs û Vartoyê vê carê jî polîsan bi ser buroyên bajarokên Elfan û Barman ên Partiy Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Stewra Mêrdînê de girt, afîş û pankartên bi nivîsa “Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike” û “Ya Me Ye” desteser kirin.
Hat diyarkirin ku polîsan li ser fermana dozger pankart û afîşên DHP'ê kom kirine.