Li Lubnanê 8'ê Adarê bi şahiyekê hat pîrozkirin
- 16:44 10 Adar 2019
- Rojane
LUBNAN - Bi dirûşma "Bi pêşengiya Leyla Guven em ê têkoşînê mezin bikin bi Rêber Apo re azad bijîn" bi sedan şêniyên kurd li Lubnanê cejna vejînê 8'ê Adarê bi şahiyekê pîroz kirin.
Li Beyrudê bi armanca pîrozbahiyên 8'ê Adarê cejna vejînê û bi pêşengtiya kongreya Star jinên kurd li Lubnanê bi dirûşma " Bi pêşengtiya Leyla Guven em ê tekoşînê mezin bikin bi Rêber Apo re azad bijn" şahî hat lidarxistin. Şahî li hola Siwês Cideyida bi tevlîbûna bi sedan ji endamên sazî û rêxistinên cûda yên wekî Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Komeyleya Newroz, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) her wekî din saziyên jinan yên ji neteweyên cûda wekî ermen, filestînî amede bûn.
Cihê şahiyê bi alanên Kongreya Star û rengê jin û wêneyên jina berxwedêr Leyla Guven û tevahî jinên têkoşer hat xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê axvtin hatin kirin. Li ser navê jinên Filestînê Endama Rêvebriya Têkiliyên Diplomasî yên jinên Filstînî Suad Abduallh axivî û got:" Bi serbilindiyeke mezin em tevahî jin vê cejnê pîroz dikin. Her cejin em ê jin hemû yek deng bin. Bi rihê jina Filstînî a ku ew jî xwediya dozê ye em tekoşna Leyla Guven silav dikin, jin aşqê rûmetê ne koletiyê qebûl nakin, tekoşînê dinexşînin, dîroka azadiya jinê ji nû ve dinivîsînin, fikra jinê dewlemend e heta dawiyê em ê serxwebûn û hebûna jinê biparêzin."
Divê jin hêza xwe bikin yek
Li ser navê jinên ermen Hamo Mestîkfiyan wiha got:"Bi rihê bîranîna jinên şoreşger dema îradeya jinê şaxê xwe berdan û daxweziya maf vejîn bû me ev cejn pîroz kir. Jinê di vê rojê de keda xwe naskir zincîrên koletiyê ji ser xwe avêtin. Ji bo wê jî wateya vê rojê pir girîng e. Em hemû jin yek deshilatdarî li ser me hatiye meşandin ji bo wê jî divê em li ku derê bin em hemû hêza xwe bikin yek û hemû rojan bi berxwedana 8'ê Adarê bixemilînin."
'Ev roj roja jinên têkoşer e'
Li ser navê komeleya Newroz Henan Osman jî axftin kir û destnşan bi têkoşîna jinan kir. Newroz wiha got:"Ev roj roja jinên tekoşer e yên wekî Leyla û rêhevalên wê jinên YPJ'ê yên ku teror tûne kirin. Her çiqas em tekoşîna wan bi bîr bixin em haqê axvtinê nadin. ji bo wê jî em ji qada Lubnanê dibêjin em sozdarên tekoşîna we ne, 8'ê Adarê li we pîroz be."
Piştî axvtinan koma "welatê rojê" çend staranên gerelî pêşkêş kirin, her wiha koma şano a "welatê rojê" jî lîstikek li ser girîngiya rojê da pêşandan.
Şahî bi gerandina guvendê hat bidawîkirin.