HDP’yî li her derê dadikevin qadan

  • 16:29 10 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê di çarçoveya hilbijartinên heremî de li navçeyên Mehsertê, Mîdyat û Kerboranê xebatên xwe meşandin û pirsgirêkên gel hatin guhdarîkirin.
 
Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ên di çarçoveya hilbijartinên heremî yên 31’ê Adarê de bi coşeke mezin didomîn. Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê di çarçoveya hilbijartinên heremî de li navçeyên Mehsertê, Mîdyat û Kerboranê xebatên xwe meşandin. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Tuma Çelîk, namezedên hevşaredar ên navçeyan, namzetên meclîsên şaredariyan, rêvebirên HDP û DBP’ê tevlî xebatên hilbijartinê bûn. HDP’yî di serî de çûn navçeya Mehsertê û parlementeran pirsgirêkên gel guhdar kirin. Piştî hevdîtinê gel re govend hat gerandin. Di dema gerandina govendê de kêfxweşî û kelecena gel û jinan  ket ber kamerayên me. 
 
HDP’yî piştre derbasî navçeya Mîdyatê bûn û li wir jî di serî de esnaf hatin ziyaret kirin. Piştî serdanan bi gel re hevdîtin hat kirin, derbarê hilbijartinan de axaftin hatin kirin û nêrîna gel a derbarê hilbijartinan de hat girtin. Piştre HDP’yî derbasî gundê Selheyê bûn  û serdana gel kirin.
 
Rawestgeha herî dawî ya HDP’yîyan Kerboran bû. HDP’yî li wir jî ji aliyê gel ve bi tililî, çepik, dirûşm û coşekî mezin hatin pêşwazî kirin.