YJŞ: Em 8'ê Adarê di şexsê Leyla Guven de li jinên berxwedêr pîroz dikin
- 16:06 10 Adar 2019
- Rojane
ŞENGAL - Fermandariya YJŞ'ê derbarê 8'ê Adarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û di şexsê Leyla Guven de 8'ê Adarê li tevahiya jinên berxwedêr pîroz kir.
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke ku weşand 8'ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li jinan pîroz kir û got ku ne tenê rojek; tevahî sal û pêşeroj wê di sekna jina berxwedêr û kedkar de bibe heqîqeta azadiyê.
Daxuyaniya YJŞ'ê wiha ye:
Di serî de em roja 8’ê adarê li afrînerê azadiyê Rêber Apo, li tevahî şehîdên leheng û li tevahî dayikên şehîdan, di şexsê Leyla Gûven de li tevahî jinên berxwedêr pîroz dikin. Em dibêjin ne tenê rojek; tevahî sal û pêşeroj wê di sekna jina berxwedêr û kedkar de bibe heqîqeta azadiyê. Weke ku her tekoşîn bi rengê jina kedkar bi teşe bû, îro jî bi sekna jina berxwedêr û kedkar; dibe rengê tekoşîna serdemê.
Rêxistina me rihê berxwedana 8'ê Adarê ye
Ev roja ku me weke jin bi bedelek 129 canan xemiland; îro jî bi ked, fedekartî û berxwedana jinê, xwe di rihê 8’ê Adarê de zindî dikê.Di her qada tekoşînê de, bedel û rihê jinê heman rengî li hemberî dagirkeriya ku di sûretê zilam de êrîş dikê; li ber xwe dide, di sekna jina pêşeng de dibe siberoja azadiyê. Êş, bedel û berxwedan di renge jina kedkar de bû nasnameya berxwedanê li hemberî dagirkeriyê. Weke jinên êzidî me ji tovê xwedewenda Xatûna Fexra, Sitê Êzî û Meyan Xatûna; rengê rihê berxwedanê xemiland. Ji bo ku me li hemberî dagirkeriyê serî ne tewand. Ji bo ku me li hember dagirkeriyê serî ne tewand; em bi dehan jin di dewara Naîm de hatin şewitandin, di sûkan de hatin firotin, lê îro weke Yekîneyên Jinên Şengal me tola xwe rêxistin kiriye. Tola me ya rêxistin kirî hilgirtina rihê berxwedana 8’ê adarê ye.
Tolgirtina rihê berxwedana 8’ê adarê ye, çawa ku li ser axa dengê hawaran jî dihat, îro dengê jina bi artêş tê, wê dirake berxwedanê, her dilopek xwîn û laşê şewitî bi rengê jina azad neqişand. Dîsa derketina bîrdoziya rizgariya jin û avakirina hêzek leşkerî weke Yêkîneyên Jinên Şengal YJŞ’ê ku gelek bedelên giranbuha daye û destan di dîroka mirovahiyê de ji fedaî û girêdana bi axê ve nivîsandiye, ev berdewamkirin û parastina çand û mîrasa berxwedana jinên têkoşer e ku ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro tê.
Leyla Guven rastî li ber çavên korbûyî zindî kir
Di ev dema ku şîdet û êrîşên herî hovane li ser hemû pêkhateyan tên kirin; bêyî ku jin, pîr an jî zarok nas bike, li hemberî wê ya ku îro şoreşa mirovahiyê diparêze û bi rêve dibe jin e. YA ku bi îsrar li hember her cûre êrîşên hovane disekine û pêşengtiyê dikê dîsa jine, yek ji mînakên wê jî jinên êzidî yên ku heta vê kêliyê di destê DAÎŞ’a hov da ne û li ber xwe didin, her wiha pêşenga çalakiya rûmetê Leyla Gûvan ev rastî her kêlî li ber hemû çavên kor bûyî ji nû ve zindî kir û îsbat kir.
Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin
Em weke Yekîneyên Jinên Şengal soz didin hemû jinên cîhanê ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe di hemû qadan de li dijî her cure hêz û rêxistinên ku azadî û rêxistina jin hedef digre û dixwaze îradeya wê bişkîne û dengê wê qut bike bilind bikin. jina zane ev e ya ku civaka azad diafirînê û zincîrên koletiyê red dike û dişkîne. Di vê çarçoveyê de, em ji hemû jinên cîhanê re bang dikin ku têkoşîna xwe di her qadan de bilin bikin û destek bidin berxwedan û têkoşîna jinê ya ji bo jiyanek azad û bi rûmet. Em niha di encama lehengî û fedaîtiya qehremanên weke Bêrîvan, Zîlan, Tekoşîn û arînan da ne û bûne mîrasek bîrdozî û rêxistinî ya mezin.
Careke din em vê roja pîroz li Rêberê jiyana me Rêber Apo pîroz dikin her wiha li hemû pakrewanên bi nirx, li dayikên şehîdan, li hemû gelê me û zarokên pêşerojê, li hemû jinên ku di van kêliyan de di nava tekoşîn û berxwedanê de ne cih digrin pîroz dikin.