Komxebata Jinên Kedkar hat kirin
- 15:06 10 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Di Komxebata Jinên Kedkar ku ji aliyê jinên kedkar ve hat lidarxistin ji gelek bajaran jin tevli bûn. Ji jinên Kedkar Nurten Karahanci ku axaftina vekirinê ya komxebatê kir diyar kir ku rizgariya jinên di rizgariya civakê re derbas dibe.
"Komxebata Jinên Kedkar" ji aliyê Jinên Kedkar (EKA) li Altunîzadeya Stenbolê li hola Sendîkaya Karkerên Petrolê hat lidarxistin. Ji bo komxebata ku hat kirin ji gelek bajaran jin hatin. Komxebat bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Piştî wê ji jinan Sena Şat derbarê bernameya komxebatê de agahî da. Axaftina vekirina komxebatê jî ji aliyê jina kedkar Nurten Karhanci ve hat kirin. Nurtenê diyar kir ku rigariya jinan di rizgariya civakê re derbas dibe
Piştî axaftina vekirinê jinên tevli komxebatê bûn xwe dan nasîn.
Bername piştre bi axaftinên jinan û bi pêşandana lîstika bi navê Bekoder berdewam kir.