HDP'ê bernameya xwe ya Neweroz û Mîtîngan diyar kir
- 14:42 10 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya mîtîngên Newrozê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî wê beşdar bibin diyar bû. HDP, wê li Amed, Wan, Stenbol jî di navde li 27 navendan Cejna Newrozê pîroz bike û li 9 navendan jî mîtingan pêk bîne.
Bernameya hilbijartinê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Geilan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ku ji 1'ê Adarê de ji milê Botanê û Serhedê de dest pê kir berdewam dike. Pervîn û Sezaî, li hemû bajar, bajarok û navçeyan bi coş û girseyek mezin tên pêşwazîkirin. Di çarçoveya bernameyê de Hevserokê Kongreya Demoratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiparêz û Mirov Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Berdevkê Tevgera Azadi Ayetullah Aşitî jî bi gel re têne cem hev.
Bernameya mîtingên Newrozê ku Hevserokên HDP'ê wê beşdard bibin zelal bû. HDP, wê di 21'ê Adardê de li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Qereqoçan, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî, Silopî mîtingên Newrozê pêk bîne. Di 24'ê Adarê de jî wê li Stenbol û Datçyê mîtîngên Newrozê pêk bîne. Pervîn Bûldan dê tevli mîtînga Amed û Stenbolê bibe. Sezaî Temellî ji wê tevli mitînga Wanê bibe.
Mîtîngên fînalê dê li Çewlîk, Wan, Mûş, Agirî, Colemêrg, Amed, Îdir, Şirnex û Qereqoçanê bên kirin.
Cihê mîtîngên fînalê wiha ne:
25 Adar - Çewlîk -Pervîn Buldan
27 Adar- Van - Berdan Öztürk
27 Adar - Mûş - Pervin buldan
28 Adar - Agirî - Pervn Buldan
29 Adar - Colemêrg
29 Adar - Giyadîn - Sezai Temelli
29 Adar - Îdir- Pervin Buldan-Berdan Ozturk
30 Adar - Şirnex - Sezai Temelli
30 Adar - Qereqoçan - Kemal Bulbul