Li Gimgimê afîşên HDP'ê hatin komkirin

  • 13:21 10 Adar 2019
  • Rojane
MUŞ - Polîsan piştî li Sêrt, Agirî û Bêdlisê afîşên HDP'ê kom kirin, niha jî li Gimgime afîş û pankartên HDP'ê kom kirin.
 
Polîsan piştî li Sêrt, Agirî û Bedlisê afîş û pankartên HDP'ê kom kirin, niha jî li navçeya Gimgim a Mûşê afîş û pankartên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên hilbijartinê kom kirin. Polisan pankart û broşurên “Azadî bi xwerevebirinê dest pê dike” û “Ya Me Ye” kom kirin. Hat diyarkirin ku polîsan li ser fermona dozger afîş û pankart kom kirine.