Girtiyên di grevê de ji derve re peyam şandin: Êdî ne bes e ev bêdengî?

  • 13:20 10 Adar 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Tîpa T a Hejmar 2 ku ji 1'ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kirine, di peyama ku bi rêya malbatên xwe şandin de wiha gotin: "Divê kesên li derve bêdeng nemînin. Êdî ne bes e ev bêdengî?"
 
Çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan hat destpêkirin ji 1'ê Adarê ve li hemû girtîgehan belav bû. Peyamên girtiyan ên ji bo derve ku dişînin berdewam dikin. Li girtîgeha Tîpa T ya Şakrana Îzmîrê  ya hejmar 2  55 girtiyên di çalakiya grevê de ne bi rêya malbatên xwe ji derve re peyam şandin. 
 
'Êdî ne bes e ev bêdengî?'
 
Girtiyên bi navê Cengîz Dogan, Mehmet Yavuz, Necdet Kaya û Serhat Çetîner ku bi malbatên xwe re ketin têkiliyê di peyama xwe ya ku bal kişandin ser berxwedanê de wiha gotin: "Heta ku tecrîd bi dawî neyê kirin wê çalakiya me jî bi dawî nebe. Em bi hêvî û biryar in em ê bi ser kevin.  Em li vir di berxwedanê de ne û heta dawî em ê li ber xwe bidin. Divê kesên li derve bêdeng nemînin. Êdî ev bêdengî ne bes e? Bila mirov li qadan jî xwedî li berxwedanê derkevin."