Li Mexmûrê Koma 29'emîn çalakî dewir girt
- 13:02 10 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 16’ ê Kanunê heta niha li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi komên cuda cuda berdewam dike. Çalakî Îroja ji aliyê koma 29'emîn ve hat dewrgirtin.
Di pêşengtiya hevseroka KCD û parlementera HDP’ê Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û çalakiyên piştevaniya bi Leyla Guven re jî roj bi roj zêde bûn û belav bûn. Di çarçoveya van çalakiyan de li Wargeja Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî ji 16’ ê Kanunê heta niha li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya bi Leylayê re çalakiya greva birçîbûn hatibû destpêkirin. Çalakiya ku hat destpêkirin bi komên cuda cuda bi awayê dorveger heta roja îro berdewam dike û çalakî îro ji aliyê kom 29'emîn ve bi merasîmekê dewer hat gitin.
Merasîma çalakiya dewrgirtinê îro di demjimêr 8:30’an de li Saziya Malbatên Şehîdan pêkhat, merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Li ser navê çalakgeran Hêvîdar Tong axavî û got: “ Heta ku tecrîda girankirî li ser Rêberê me ranebe em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Her çiqas ku dewleta tirk xwastiye vîna Gelê Kurd bişkêne jî lê belê Gelê Kurd tu caran serî ne tewandiye. Em piştgiriya xwe ji bo çalakvanên girêva bîrçîbûnê yên bê dem û bê dorveger a Leyla Guven, Fadîla Tok, Nasîr Yaxiz û hemu çalakvenan re diyar dikin û serkeftin ya Gelê Kurd e.”
Çalakiya dewrgiryinê ya gireva birçîbûnê ya koma 29’emîn bi duruşmeyê "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.