'Me nehişt ku çavên jinan li riya me biqerime'

  • 12:25 10 Adar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
DÊREZOR - Şervanên azadiyê yên jin ku di pêngava dawê a tunekirina DAÎŞ ê de li ber xwe didin û bi hezaran jin ji pencên DAÎŞ ê rizgarkirin, hestên xwe derbarê têkçûna DAÎŞ'ê de anîn ziman û gotin:"Ew îro dawî li van çeteyên DAŞ'ê tînin û ji ber ku tola jinên êzidî hiltînin ew gelek kêfxweş in."
 
Pêngava Dawî a Tunekirina DAÎŞ'ê ku şervanên azadiyê yên jin pêşengtiya wê dikin, didome. Şervanên ku li ber xwe dan û destan nivîsandin, îro hestên xwe yên derbarê têkbirina DAÎŞ'ê de tînin ziman.
 
'Em tovên azadiyê li her deverê diçînin'
 
Newal Kobanê got ku serkeftina jinên şervan a Dêra Zorê ji bo  tevahî jinan watedar bû û wiha dom kir:"Me tovên azadiyê  çand û îro em berhemên wan diçînin. Li her devera ku jin  lê bûn ne mumkîn bû  ku serkeftin pêk neyê, ji Kobanê heta Dêra Zorê YPJ'ê roleke pir girîng û dîrokî lîst. Êdî DAÎŞ'ê bi hêz û îradeya jinên şoreşger têk diçe. Êdî çete û malbatên wan xwe teslîmî hêzên YPJ/QSD ê dikin."
 
'Li Hember hemû zehmetiyan soza xwe pêk anîn'
 
Newalê got ku wan tola jinên êzîdî hilda û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Her çiqas me tehamûlî gerimahî, sar û seqema çolistana Dêra Zorê kiribe jî  lê herî dawî me tola jinên êzîdî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ ve hatibûn revandin hilda û bi dehan jin û zarokên wan rizgar kirin. Serkeftina ku îro em dijîn gotin jî nikarin wê vebêjin."
 
Bi bedelên giran me dawî li DAÎŞ'ê anî
 
Delîla Koçer jî diyar kir ku  DAÎŞ'ê  nefesa xwe ya dawî êdî dikşînine  û wiha pêl da axaftina xwe:"DAÎŞ'ê kêliyên xwe yên dawî dijî. Ev 5 sal in bi hezaran jin, zarok,  kal û pîr qetîl kirin û asîmanê şîn bi ser jinan de bi îdyolojiya xwe tarî kirin. Lê îro ber bi dawiyê  ve diçin. Têkbirina DAÎŞ'ê weke mijareke biçûk em nagrin dest çimkî em dizanin ku çi berxwedan û têkoşîn hatiye meşandin."
 
'Me tola zarokên di hembêza dayikan de hatin qetilkirin hilda'
 
Delîla got em hêviya jinan bûn û me îro soza xwe pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Çavê tevahî jinan li riya me şervanên jin ên kurd bû. Lê me nehişt ku çavên wan biqerimin û bi lez em bi hawara wan ve çûn û me bi hezaran jin rizgar kirin. Me tola ew zarokên ku li der pêsîra dayîka xwe bûn û bi rengekî hov hatin kuştin hilda."
 
'Têkbirina DAÎŞ'ê têkbirina dewleta tirk e'
 
Delîlayê diyar kir ku têkbirina DAÎŞ'ê têkbirina dewleta tirk e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi destê dewleta tirk DAÎŞ derbasî xaka Sûriyê bû lewma têkbirina DAÎŞ'ê tê wateya têkbirina dewleta tirk û xewnên wê."