Çeteyên xwe radest kirin: Em hatin xapandin

  • 11:44 10 Adar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
DÊRA ZORÊ - Duh di saetên êvarê de bi sedan kesên ji çete, malbat, hevjîn û zarokên DAÎŞ ê xwe radestî hêzên QSD'ê kirin. Jinên ku xwe radestbûn  gotin :"Em hatin xapandin."
 
Duh di saetên êvarê de bi sedan kesên ji çete, malbat, hevjîn û zarokên DAÎŞ ê di korîdora ku hêzên QSD ê ji wan re vekiriye re radestî QSD'ê bûn û pêla xwe radestkirinê, didome. Kesên ku radest bûn ne ji sûriyeyê ji welatên wekî Iraq, Pakîstan û welatên Ewropayê bûn û jinên ku hatin radestkirin jî bi piranî bi rêya hevjînê xwe derbas bûne. 
 
Fatima El-Zehra ya ku  4 sal in derbasî Sûriyê bûye wiha bahsa xwe kir:"Hevjînê min çeteyên DAÎŞ ê bû, ev 4 sal in ez derbasî Sûriyê kirime. Hevjînê min ango çeteyê DAÎŞ'ê ye beriya 10 rojan miriye. Dema ku em li Baxoz bûn em qet dernediketin, rewşa çeteyan pir tevlîhev bû. Hêviya xilasiya me ji DAÎŞ qet bi dawî nebû û YPJ bi hawara me ve hat. Em deyîndarê YPJ/QSD ê ne."
 
Ji ber ku Fatima  wiha dawî li axaftina xwe tîne:"Tarîtî bi darê zorê li me feriz kirin. Piştî ku me xwe radest kir, ez dixwazim vegeri gel malbata xwe û jiyana xwe li wir dûrî kuştin, qetîlkirinê derbas bikin. Em hatin xapandin lê em naxwazin şaştî û dîrok dîsa dûbare bibe."
 
Hêjayî gotinê ye, dema ku em li nava jinan digeriyan û dixwest nêrîn û hestên wan bi raya gitşî re parve bikin piraniya wa qebûl nedikirin. Ji ru û çavên wan de tirsa ku DA'Ş ê di dilê wan de dabû avakirin, xuya dibû. Zarok ji zaroktiya xwe hatine mehrûmkirin. zaroktiya wan di nava kincên reş de hatiye windakirin lê nêz bûye ku jiyana wan ronî bibe.
Pêla xwe radestkirinê didome.