Di dosyaya di navbera bajaran de diçe û tê de li cenazeyê kurê xwe digere
- 09:03 10 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Husniye Ecer ya 4 sale li cenazeyê kurê xwe Huseyîn Ecer yê di qedexeya derketina derve ya Hexezê de jiyana xwe ji dest da digere, tevî ku mînakên xwînê teqez bûne jî hîna nizanin cenaze li ku ye. Husniyeyê bi lêv kir ku ev 4 sale dosya di navbera Şirnex û Rihayê de diçin û tên dişopînin.
Di navbera 2015-2016’an de di qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmê, bi dehan kesên jiyana xwe ji dest dabûn hîna cenazeyê gelekan ji wan nehatine dîtin. Tevî evqas dem derbas bûye û malbatan mînakên xwînê dane jî, cenae li bajarên din li goristana bêkesan hatine definkirin. Yek ji van kesan jî Huseyîn Ecer yê li Hezexê jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Husniye Ecer bi lêv kir ku 4 sale li cenazeyê kurê xwe digre û got hestiyekî kurê wê be jî wê li pey cenazeyê wî be.
Dosya di navbera Riha û Şirnexê de diçe û tê!
Husniyeyê bi lêv kir ku di dema qedexeyê de di pevçûnan de kurê wê di Adara 2016’an de jiyana xwe ji dest daye û got cenaze ji bo otopsiyê birine Rihayê carek din jê agahî negirtine. Husniyeyê destnîşan kir ku bi kurê wê re 4 cenazeyên din hatine derxistin û piştî li Rihayê hatine tespîtkirin li goristana bêkesan hatine definkirin. Husniyeyê wiha got: “Me ewil li Rihayê piştre li Mêrdînê mînaka xwînê da. Malbatan 4 salan li cenazeyên xwe geriyan û piştî mînakên xwînê cenaze hatin dîtin.Ev bi biryara neşopadinê ya Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye derket holê. Em bi vê biryarê çûn dozgeriya Hezexê.”
Malbatê serlêdana sûc kir
Dozgeriya Hezexê dibêje cenaze ne bi wan re ne û malbatê dişînin Şirnexê. Dozgeriya li Şirnexê dosyayê vê carê dişîne Rihayê. Malbat bersiva neyînî digire û dosa ji nû ve digihêje dozgeriya Hezexê. Malbat ev 4 sale cenazeyê zarokên xwe nabînin û herî dawî malbatê serlêdana sûc kir.”
‘Heta cenazeyê lawê xwe nebînim ez ê têbikoşim’
Husniye Ecer bi lêv kir ku cihekî ku neçûnê nemaye û wiha pê de çû: “Em ewil çûn Hexezê, wan em şandin Şirnexê. Em çûn Şirnexê wan em şandin Rihayê. Ev 4 sale em têdikoşin. Tevî cenaze diyar bûye jî nadin me. Divê bidin. Dibêjin cenazeyê we heye lê nizanin li ku ye. Me jî çû doz vekir. Parçeyek cenazeyê me mabe jî em ê lê bigerin. Çend sal biçe jî em ê her tiştî bikin. Dewlet zilmê li me dike. Em ê cenazeyê kurê min bibînin.”