ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 10 Adar 2019
  • Rojev
*Husniye Ecer ya 4 sale li cenazeyê kurê xwe Huseyîn Ecer yê di qedexeya derketina derve ya Hexezê de jiyana xwe ji dest da digere, tevî ku mînakên xwînê teqez bûne jî hîna nizanin cenaze li ku ye. Husniyeyê bi lêv kir ku ev 4 sale dosya di navbera Şirnex û Rihayê de diçin û tên dişopînin.
 
*Jinên bi hemû rengên xwe, ji bo hilbijartinê amadekariyan dikin, kolan bi kolan, tax bi tax xebatan dimeşînin û diyar dikin ku wê li dijî zextan jin bi ser kevin, wê hêvî û berxwedana jinan bi ser keve. BI DÎMEN
 
*Li Colemêrgê kiras û fistanên ku cilên gelerî yên di rojên taybet û Newrozan de tên lixwekirin, ji destê hosteyên jin yên terzî dertên û di heman demê de jî çavkaniya debarê ne. BI DÎMEN
 
*Namzeta keyatiyê ya taxa Tinazpete, aktîvîsta hawirdorê û mamosteya teqawîtbûyî Sabriye Tuncay e. Sabriyeyê diyar kir ku ji bo taxeke mirov dikarin lê bijîn û berdewamiya rihê kolektîf bûye namzet û got hedefa wa ya ewil ev ku meclîsa taxê ava bike.