TJA'yê êrîşa li ser Amedê şermezar kir

  • 15:28 9 Adar 2019
  • Rojane
AMED - TJA'yê êrîşa li ser berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Amedê şermezar kir û got, ''Êrîş tirsa faşîzma AKP-MHP'ê careke dî nîşan da''. TJA'yê bang kir ku tecrîd were şikandin, berxwedan were geşkirin.
 
TJA'yê êrîşa polîsan a li ser berxwedêrên greva birçîbûnê ya daxuyaniyeke nivîskî da.
 
TJA'yê bi bîr xist polîsan êrîş birine ser avahiya HDP'ê ya bajêr ku 3 jê parlamenter 10 kes di greva birçîbûnê de bûn, derî hatine şikandin, berxwedêrên grevê derb xwarine û 7 berxwedêrên greva birçîbûnê bi rengekî nehiqûqî hatine destgîrkirin.
 
TJA'yê got, ''bi wesayitên zirxî û bi sedan polîsan, nîvê şevê, bi şikandina deriyê avahiya HDP'ê, derb li parlamenteran xistin, tirsa faşîzma AKP-MHP'ê careke dî nîşan da'' û got bi van êrîşan tê xwestin ku civak were tirsandin û pirnisandin lê divê neyê jibîrkirin li dijî van êrîşan têkoşîna mafdar û berxwedana jinan wê qet raneweste.
 
TJA'yê her wiha got tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha sûcê li dijî mirovahiyê ye, li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku li ser vî sûcî radiwestin, bi sedan jin û girtiyên siyasî têkoşîn bi grevên birçûbûnê geş kirin.
 
TJA'yê bang li hemû derdorên dilxwazê aştiyê kir ku ji bo tecrîd were şikandin û li dijî êrîşên faşîzan li dora Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê werin cem hev, ya bi dirûşma ''Bi teqezî em ê bi ser bikevin'' û têkoşînê geş bikin.