Xizmên Windayan: Divê hikûmet gav bavêje û tecrîda liser Birêz Ocalan rake

  • 15:00 9 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Di çalakiya “Bila winda  bên dîtin û faîl bên darizandin” a Amedê de, çalakgeran bal kişand ser rewşa Leyla Guven a 122 roj in di greva birçîbûnê de ye  û gotin: “Divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.”
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 526’emîn de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kirin. Li Amedê ji ber ku qada Bîrdariya Mafên Mirovan a parka Koşuyolu hatiye qedexekirin, xizmên windayan û ÎHD'ê çalakî li avahiya ÎHD'ê ya Amedê pêk anîn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Rêveber û endamên Şaxa ÎHD’ê, Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta  Mehmet Mûngan ê di Adara sala 1998’an de, li navçeya Sîlopî ya  Şirnexê hat dîtin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
 
Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Hasan Yalçin, di çalakiya vê heftê de axivî û wiha got: “Gelek faîlên kiryarên wan ne diyar ên di sala 1990’an de pêk hatin, ji aliyê hêzên paremîlîter ve pêk hatin. Di dozên darizandina windayan de, me dît ku faîl ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, beraet dikin. Emê li dijî vê tim têbikoşin. Leyla Guven ev 122 rojin di greva birçîbûnê deye. Lê li hemberî çalakiya wê bêdengiyek mezin heye. Divê hikûmet gav bavêje û tecrîda liser Birêz Ocalan rake.”
 
Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavûz jî, çîroka ajokarê Tirê Mehmet Mûngan ê 27 salî xwend û wiha got: “Mûngan di 18’ê Adara 1998’an li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat serwindakirin. Ligel hemû serlêdanên malbatê jî tu agahî ji Mûngan nehat girtin. Birayê Mûngan Zeydîn Mûngan, di 26’ê Çileya 2009’an, îfade da û xwest faîl bên dîtin. Lê hemû lêgerînên ji bo Mûngan hatin kirin bê encam man.” 
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.